Kurdî

BI HEV Û DU RE DIJÎ ENDUSTIRIYA ÇEKDARIYÊ

Li 28. tebaxê em bi gelek mirovan endustiriya çekdariyê li bajarê Kassel asteng û dorpêç bikin. Li wir Rheinmetall, Krauss-Maffei Wegmann û sazgehên din yên çekan, çekan, erebên leşkerî, cercurên çekan didin çêkirin û dişînên ji aliyên nakokî û cihên şer li cîhanê tevahî.
Va bi çekên ji elmanyayê, wek mînak, şerên dijwar yên dijî zagonên gelan, wek şerên tirkiyê, tên piştgirî. Herwiha leşkeriya elmanyê „Bundeswehr“, polîs û „saziyên din yên ewlekarî“ yên ewropayê tên çekdarkirin ji endustiriya çekdariyê, dema di refên wan de faşîzmê zêdetir dibe.

#HealthcareNotWarfare
Em dixwazin sekinandina çêkirina çekan ya endustiriya çekdariyê.
Tiştên ji bo me pêwîst:
Ji bo me tiştên din pêwistirin, zêdetir pere û tiştên taybet û hişyarî ji bo yên girîng in wek: nexweşxana û beşa tendirustiyê ji bo hermirov. Tiştên ji bo me pêwîst: Erebên ambûlans û ne tankan, sererastkirina nexweşxaniya û maşên baş ji bo karkerên nexweşxana.
Pêwîste sînora ji bo hermirov werin vekirin û ne ji bo şandina çekan. Em endustriya çekdariyê asteng û dorpêç dikin, jiber em êrîşê şeran dixwazin bikin, berdewama şandina çekan û maşîna şeran birawestinen. Li belê ev gava destpêkê ye, ji dawîanîna vê sîstema kapîtalizme û patriarchatê/mêraniya nerast. Têkoşîna dijî şerê tim ji têkoşîna dijî kapîtalizme û patriarchatê/mêraniya nerast û ya dijî nijadperestiyê ye.

Behêlen em bi hev du re endustriya çekdariyê asteng bikin.
Piştgiriya bê sînor dijî şer û çekdarî!

 

Agahiyên zêdetir, dem û cihê kombûn:
rheinmetallentwaffnen.noblogs.org

Twitter: https://twitter.com/REntwaffnen
Instagram: https://www.instagram.com/rheinmetallentwaffnen/
Facebook: https://www.facebook.com/RheinmetallEntwaffnen/
Têkilî/Kontakt: rheinmetall-entwaffnen@riseup.net