Werin Kampa Rheinmetall Entwaffnen a li Kolonyayê, di navbera 1’ê û 6’ê Îlonê de, û herwiha rojên çalakiyê yên li dijî manevraya NATO’yê li Hamburgê, di navbera 24’ê û 26’ê Îlonê de.

Em şer dide’nin pîşesaziya çekan, wan kesên ku ji şer sûd werdigirin û leşkerîkirinê!
Ji kampa me ya havîna par vir ve gelek tişt qewimîn: Şer bêsekîn zêde dibin û em jî li Almanyayê giraniya wan hîs dikin. Ew cîhana me dişewitînin. Dewletên Yekbûyî bi hevkariya Îsraîlê êrîşî Îranê kir – em her roj li nûçeyan wêneyên bombebaranê dibînin, dibînin ka çawa nexweşxane û dibistan dikevin bin êrîşê, herwiha depoyên sotemeniyê jî, ku şewatên wan di du hefteyan de zêdetir gaza serayê belav kiriye ji ya 80 dewletan bi hev re. Neslkujiya li Filistînê jî bi hovîtiya herî zêde didome. Meha Çile de gelek kes ji bo Rojava – xweseriya Bakur û Rojhilatê Sûriyê – ketin kolanan: Rejîma îslamîst a Sûriyê bi piştgiriya dewletên rojava êrîşeke mezin li ser wan mirovan destpê kir ku dixwazin nîşanî dinyayê bidin ku şoreş ne tenê xewn e, lê pratîk e.
Zext her diçe zêdetir dibe, çimkî NATO ji bo pozîsyona xwe ya hêzê li cîhanê tekoşîn dide. Ji bo vê yekê kapîtalîzm dixwaze û mecbûr e ku li Rojhilata Navîn bi hovtirîn awa were ferzkirin. Miletên tevahî têne komkujîkirin da ku riyên bazirganiyê yên nû werin vekirin. Rûyê rastîn her diçe eşkeretir dibe: Ji bo pere û desthilatê meriv têne kuştin, têne kirîn-firotin, destavêtin lê tê kirin, mirov têne avêtin xizaniyê û ji welêt têne derxistin.
Pozîsyona Almanyayê wek pêşengê NATO’ya Ewropî her diçe eşkeretir dibe. Merz û Wezîrê Şer Boris Pistorius dixwazin Almanyayê ji bo şer amade bikin; xewna wan ew e ku bibin xwedî „artêşa herî mezin a asayî ya Ewropayê“. Bi vî awayî jiyan her diçe biha dibe û kêmkirin di her waran de yên civakî li ser rojevê ne. Ciwan ji xwe dipirsin gelo jiyan ji bo çi hêja ye, dema ku ew têne mecbûrkirin biçin eniya pêş û herî hêsan xwarin jî nayê dayîn ji ber biha bûne. Em bi rêya medyaya civakî rasterast dişopînin: Li Almanyayê hema hema her roj jinek tê kuştin, mêrên serekê cîhanê torgeleke destavêtinê ava dikin, li ser sînoran mirov têne kuştin, neslkujî bêyî asteng didomin, hikûmet bi hêza leşkerî her tiştê ku bixwaze pêk tîne, her şerekî her çiqas hovane be jî bi sarî tê rewakirin. Ev çi cure cîhan e?
Her tişt hatiye amadekirin ji bo şer: Karxane, dibistan, reklam, nexweşxane û hwd. Leşkerîkirin ne tenê hilberîn û derxistina bi giranî ya çekan e, lê ew e ku hemû warên jiyanê têne amadekirin ji bo şer. Kesê ku difikire ku ev yek bêyî berxwedana me wê wisa berdewam bike, xelet e: Tevgera dijî-leşkerî nîşan da ku em ê nehêlin ev wisa biqewime û em ê ji bo hev şer bikin! Em bi hev re û bi piştgirî têkoşîn didin, bi Filistînê re, bi tevgera azadiyê ya kurdî re, bi xwendekarên ku dijî xizmeta leşkerî ya bi zorê grev dikin re, bi îtirazên li dijî dezgeha derxistinê ICE li Dewletên Yekbûyî û Frontex li Yekîtiya Ewropayê re. Em bi hev re dijî tundiya nijadperest û femîsîdan têkoşîn didin. Em înkar dikin! Em sabotaj dikin! Em îtiraz dikin! Em grev dikin!
Bi kampa me ya li Kolonyayê û rojên çalakiyê yên li Hamburgê em rawesteke eşkere digirin: dijî şer, ji bo aştiyê! Sala borî me nîşan da ku em beşek in ji tevgereke bi biryar a dijî-şer. Em ê Kolonyayê, Hamburgê û tevahiya dinyayê wê wêrekiyê bidin û nîşan bidin ku berxwedan gengaz e û em dikarin van şeran bisekinînin.
Emê bi hev re nîqaş bikin ka em ê çawa vê yekê bikin; em ê pirsan bidin, lê her wiha bersivan jî bidin. Em nîşan didin ka em li dijî çi têkoşîn didin, lê herwiha em dixwazin bigihîjin çi. Bi çalakî, hînbûn, nîqaş, çand û jiyaneke hevpar a piştgir.
Bi çalakiyên di Îlonê de em ê makîneya şer û propagandaya wê rasterast asteng bikin û îtiraza xwe bibin kolanan. Em ê nehêlin ku hilberîna çekan, navendên Bundeswehrê û leşkerîkirina rojane li Kolonyayê bêyî pirsgirêk berdewam bike. Û em dixwazin ku manevraya NATO’yê ya li Hamburgê nikaribe wek plansaz pêk were!
Li her du deran, mirov ji tevgera çep, şoreşger û dijî-leşkerî dê bicivin, da ku bi hev re têkoşîna dijî şer û leşkerîkirina li Almanyayê pêş bixin. Li cîh em dikarin bi hev re ceribandinan bikin û ji hev fêr bibin. Kamp û rojên çalakiyê dê bibin beşek ji bajêr: hemû niştecihên Kolonya û Hamburgê, hemû dijî-leşkerîparêzên ji her deveran bi germî têne vexwendin ku beşdar bibin û bi hev re şer ragihînin li dijî wan kesên ku ji şer sûd werdigirin.
Em wek dijberên şer divê şer li her devera ku tê pêşxistin bisekinînin! Û ji ber vê yekê sala îsal em jî diçin Hamburgê, çimkî cara sêyemîn e ku Bundeswehr dixwaze mezintirîn ceribandina berevaniyê ya hevkariya sivîl-leşkerî ya li Almanyayê ji dawiya Şerê Sar vir ve pêk bîne. Manevraya NATO’yê „Red Storm Charlie“ tûjbûna leşkerîkirinê nîşan dide – ew jî li ber çavên niştecihên navenda bajarekî mîlyonî yê Hamburgê!
Di manevrayê de warên cuda cuda beşdar in: hêzên xelaskirinê, navenda kar, artêş, polîs, agirvemirandin, Alîkariya Teknîkî ya Federal, dezgehên din, herwiha rêbazên çewisandina serhildanê. Bundeswehr temrîn dike ka çawa leşker ber bi Rûsyayê ve têne veguheztin, çimkî Almanya navenda Ewropî ya vegihandina leşker û çekan ber bi rojhilat e. Li vir ne ji bo dîstopiyeke dûr, lê ji bo rastiyeke pir nêzîk temrîn tê kirin.
Li Kolonyayê jî em ê tam li wê derê ku sala borî lê rawestiyabûn, dewam bikin: destpêka salê de nameyên ji leşgeha Kolonyayê ji hemû kesên 18-salî re hatin şandin. Kolonya xala girîng e ji bo xizmeta leşkerî ya bi zorê ya bê. Ciwanên li Almanyayê nîşan didin ku ew naxwazin li fronte bimirin û ciwanên din bikujin. Sala îsal em ê li ser vê yekê dewam bikin!
Li dora Kolonyayê û di hundirê wê de fîrmayên çekan gelek in – di nav wan de jî „Rheinmetall“, pargîdaniya sereke ya Almanyayê ji bo hilberîna çekan. Di bin rêveberiya serokê wê Armin Papperger de, Rheinmetall her tiştê ku em li dijî têkoşîn didin dide pêkanîn û êrîşî tiştê ku em ji bo wê radiwestin dike. Qezenca giran a ji destpêka Şerê Ukraynayê vir ve, berjewendiya darayî ya bi şer re nîşan dide. Qezenc bi jiyana mirovan tê avakirin – bi taybetî ya ciwan û jinan.
Hê hesabek me ya vekirî heye: em hovbûna hilweşandina xwepêşandana me û pêla çewisandinê bi hêsanî qebûl nakin. Tu çewisandin dê me bindest neke, çimkî ruhê berxwedana me û hêviya me nayê şikandin! Em ê dîsa werin!
Çi Kolonya be, çi Hamburg be: Şer li dijî wan kesên ku şer dixwazin – Ji bo pêşeroja me!
Rheinmetall Entwaffnen, Nîsana 2026
Dieser Aufruf in Deutsch, Englisch, Spanisch, Türkisch, Arabisch, Griechisch und in Polnisch
